• DOLAR 32.384
  • EURO 34.649
  • ALTIN 2393.31
  • ...
Nîqaşên derbarê mulaqatê de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehîyê derheqê nîqaşên mulaqatê de daxuyanîyeke nû da.

Tekînê ku beşdarî bernameyeke televîzyonê bû got: “Mamosteyên me li gor sîstema mewcûd bi pûanên KPSS û bi mulaqatê tên girtin. Mamoste a niha bi skorên mulaqatê ya ji sedî 100 tên girtin. Ji ber vê yekê em dixwazin sîstemê bikin 50 û 50. Yanî em dixwazin di tayînan de ji sedî 50 KPSS û ji sedî 50 mulaqat tesîrdar be.”

Wezîr Tekîn di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ew ê li 30 bajaran navendên mulaqatê jî bidamezrînin û wiha got: “Ew ê li 30 bajarên mezin mulaqat bên kirin. Em ê di mulaqatê de ji mamosteyan re bibêjin dersê bidin me. Me ji bo her mamosteyekî xwe pirsên cuda li ser sîstema elektronîk amade kir. Em ê bi van pirsan qabilîyeta wî biceribînin. Kesê namzed di mulaqatê de çi gotibe ew ê karibe wan not bistîne  û teslîmî me bikî. Em ji pêşnîyaran re vekirîne da ku ev sîstem pêşve biçe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir