• DOLAR 32.268
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2503.121
  • ...
“Em pirsgirêka xaniyan safî dikin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê çû gundê Qanîpanik û Êgilyaya Çinara Dîyarbekirê zîyaret kir. Li vê derê bi muxtar û ehlê gundiyan re hat bal hevdû.

Yapicioglû pirsgirêkên gundiyan guhdar kir û derheqe çareseriyan de projeyên partiya xwe ji gundiyan re got: “Em dibêjin bila tu kes birçî û li derve nemînin. Em dibêjin bila tu kes ji ber bêxanitiyan li derve nemînin. Li derve ne qefilin. Yanjî ji ber germê li ber tavê nemire. Divê ev yek bê tedarîkirin.”

Yapicioglû derheqê pirsgirêkên îqtîsadî û îhtiyaciya xaniyan de jî axifî û wisa nirxandinan  kir: “Îxtiyaciya xaniyan, zarûrî ye. Hewce nake ev xaniyan biqasî 5-6 mîlyonan bibin. Serê xwe têxîne bes e. Divê muheqeq hukumat dest bavêje vê pirsgirêkê”.

Yapicioglû destnîşan kir ger selahiyet û karbidestî ji wan re bê dayin wê pirsgirêka xaniyan çareser bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “G”er teslîmê me bikin, baweriya we hebe, em di çend mehana de plana vê yekê amade dikin. Emê ji şaredariyan re bibêjin projeyên xwe yên derheqê araziyan de amade bikin. Paşê ji îmarê re bên vekirin. Bila li wan deran kesên ketî, feqîr û hewcedar xwe bi sitrînin. Lê beriya vê yekê divê îradeyek cidî hebe. Li cem me proje hene, lê selahiyet û karbidestî tune ye. Ger ev yek ji me re bê dayin emê bilezûbez vê yekê çarser bikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir