• DOLAR 32.241
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2416.474
  • ...
Hejmara 58an a Kelhaamed derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hejmara nû ya kovarê bi sernava Çanda Kurdî…. Selahaddîn Eyyûbî derket û pê bal hat kişandin li ser xezîna çandê ku Selahaddîn Eyyûbî  ji Kurdan re hiştiye. Ji nivîskarên kovarê Mustafa Turan, Fatih Şêxdodî, Fethullah Yalçın di vê mijarê de nivîsandin. Dîsa hevpeyvîna ku bi bi rêvebirê Enstîtûya Selaheddîn a bi navê “Salah” re  hatiye kirin di vê hejmarê de hat dayîn. Ji ber ‘elaqa wan a bi mijarê ve û girîngiya wan u nivîsên Dr. ‘Ebdulkadir Turan ên derheqê mijarê de jî hatin tercumekirin.

Nivîskarê kovarê Cewat Qemerî şehadeta Sacid Pîşgîn wergerandiye bi bal çîrokê ve. M. Baran li ser destdirêjkirina Qurana Pîroz bi kurtasî tehlîlek kiriye. Mehdi Yalçın li ser jiyan û kesayeta qari’ê Quranê ê navdar ê Kurd ‘Ebdulbasit ‘Ebdussemed nivîsandiye. Abdussamed Bayşu û İbrahim Tavzi bi nivîsên Zazayî di vê hejmarê de derketine pêş. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir