• DOLAR 32.221
  • EURO 34.778
  • ALTIN 2456.622
  • ...
Li Nîjeryayê ji leşkeran re kemîn: 26 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li ser rêya Zungeru-Teginayê pêk hat.

Li gorî medyaya welat, mirovên çekdar yên ku nasnameyên wan nayê zanîn, ji yekîneya leşkerî ya ku ji operasyonê vedigerîyan re êrîş kirin.

Di encama êrîşê de 26 leşker canê xwe ji dest dan, 8 leşker jî birîndar bûn.

Ji bo êrîşdaran bên qefaltin jî xebat hat destpêkirin.

Berdekê Hêzên Hewayê Edward Gabkwetê diyar kir ku helîkoptera ku ji bo birîndaran tehlîye bike çûbû herêmê jî di seatên serê sibehê de ket xwarê.

Encax, derheqê qedera mirettebatên helîkoptera ku di nav wê de 11 mirî û 7 birîndar hebûn de hêj ti agahîyek nehat dayîn.

Li welat ji ber nerazîbûnên sîyasî di navbera komên çekdar û leşkeran de tim û tim pevçûn pêk tên. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir