• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di bin germahîya 50 pileyî de komira kebabê çêdikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Beşîr Ruvanas û Cevdet Ugrakê ku li gundê Zêwika Cizîra Şirnexê dijîn, di bin germahîya 50 pileyî de di firinên ku germahîya wan derdikeve heta 300 pileyî de ji êzingên ku ji darên berûyê tên bidestxistin komira kebabê çêdikin.

BEŞÎR RUVANAS

Hevkarên ku heta êvarê di ocaxên agirê de komira kebabê çêdikin, êzingên ji darên berûyê ku distînin dikin nav firinên taybet. Piştî ku li ser wan êzingan kayê diweşînin agirê li ser wan ber didin. Firinan jî derê wan yên hesin tên girtin ku ji bo hewayê nestînin û derdorê wê jî bi axê tê girtin. Êzingên ku nêzê heftekî dişewitin dibin komirên kebabê û tênê firotan.

Ji nav firinên ku taybet hatina çêkirin ku navê wan jî “Torluk”e ji herêka wan re nêzê 10 ton êzing tê avêtin. Ji 10 ton êzingan 2-3 ton komir tê bidestxistin. Mehane hema hema 35 ton komira kebabê tê hilberandin û ji wan jî 25 tonê wan ji Iraqê re tênê îxraçkirin, 10 tonê wî jî di nav welat de tê firotan.

Beşîr Ruvanas weha got, “Em firinên xwe bi heftane tijî dikin û vala dikin. Em êzingên taybet yên berûyê bi kar tînin. Ji her firinê re 10 ton êzing davêjin. Ji êzingên ku tên şewitandin jî 2 ton an jî 3 ton komir tê bidestxistin. Em komirên xwe yên ku ji 4 firinên xwe derdixin li bêjingê dixin û pakêt dikin. Dûre jî hem ji derveyê welat hem jî ji nav welat re difroşin.”

CEVDET UGRAK

Cevdet Ugrak, “Em nêzê salekî ye hilberînê dikin. 4 firinên me û 4 karkerên me yên ku li wan firinan dihêrin heye. Em di nav hefteyê de daîma kontrol dikin. Piştî karê pakêtkirinê em ji derveyê welat û ji nav welat re difroşin. Em êzingên berûyê bikartînin, ji ber vê yekê komira me biqelîte dibe. Bi şev û roj em tev bi hev re li vê de rê dixebitin. “ (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir