• DOLAR 32.245
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2441.517
  • ...
Rejîma îşxalker a sîyonîst, di nav 6 mehan de 44 hezar donim erdên Filistînîyan xesp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Konseya Micadeleya bi Yekîneyên Şênîyên Cihûyî re, raporeke îxlalên rejîma îşxalkeran a di 6 mehên ewil a sala 2023yan de belav kirin.

Li gorî raporê, unsurên rejîma îşxalker a sîyonîstan, li Şerîaya Rojava û Qodsa Rojhilat bi sedan xerabûnîyê çêkirin. Di nav van xerabûnîyan de dibistanekî jî di nav de 303 avahîyên Filistînîyan hatin xerakirin. Ji ber sedema xerakirinê 272 jê zarok 543 kesan bê mal man.

Di raporê de bal hat kişandin ku 8 Filistînî di encama êrîşên 148 a cihûyên îşxalkeran de rehmet kirine.

Di raporê de hat îfadekirin ku li ser erdên Filistînîyan 13 xanîyên qaçax hatine lêkirin, bi beheneyên cuda jî 44 hezar donim erdên wan ji wan hatine standin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir