• DOLAR 32.258
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2406.268
  • ...
Li Swêdê Misilmanan êrîşên li dijî Qurana Pîroz telîn kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên Îslamî ya li Swêdê, ji Misilmanan re bi banga “Şewitandina Quranê Bidin Sekinandin”, dawetê bertek nîşandana ji êrîşên Qurana Pîroz a kitêba miqeddes re kirin.

Li ser bangkkirinê, bi hezaran mirov di qada Medborgarplatsena Stockholmê kom bûn.

Misilmanan, Quranên ku bi xwe re anîtibûn rakirin pîya û êrîşên li dijî Quranê telîn kirin.

Di çalakîya ku daîma tekbîr dihatin anîtin de, tîlaweta Qurana Pîroz hat kirin.

Di çalakîyê de bal hat kişandin ku ew dê şewitandina Qurana Pîroz azadîya îfadeyê nas nekin ji rayedaran xwestin ku bira pêşîya neyartîya Îslamê û gotinên kînî bên girtin.

Di roja yekem a Îda Quranê de li Stockholma paytexta Swêdê Qurana Pîroz hatibû şewitandin û ew hereket ji teref alema Îslamê ve bi bertekî hatibû pêşwazîkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir