Tugayên Qassamê sûretên êsîran belav kir Tel Avîv tevlîhev bû
Piştî ku ji teref Tugayên Qassamê ve sûretên êsîran hat belavkirin re li Tel Avîvê siyonistên îşxalker daketin kolanan.
![Tugayên Qassamê sûretên êsîran belav kir Tel Avîv tevlîhev bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/lsq5-ummO6U_P1bYlaFLjMBFTfs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/21/tugayen-qassame-sureten-esiran-belav-kir-tel-aviv-tevlihev-bu-ca8956af.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzzedîn el-Qassam derbarê mijarê de bi vîdeoya ku belav kir daxuyanîyek da û got “Şervanên Qassamê şeva şemîyê li Taxa Cîbalîyayê komeke leşkerên îşxalker kişandine nava tunelan û ew xistine kemînê. Ji van êsîran hinek mirî û hinek jî zindî hatin êsîrgirtin. Di operasyonê de her wisa çek û muhîmatên îşxalkeran jî hatin bidestxistin.”
Piştî ku Ebu Ubeyde vê daxuyanîyê digel sûretên êsîrên îşxalker belav kir re nasên êsîrên siyonistên îşxalker bi teleba teqasa êsîran daketin kolanan û xwepêşan li dar xistin û taleb kirin ku bila hikûmet îstîfa bike.(ÎLKHA)