• DOLAR 32.22
  • EURO 35.027
  • ALTIN 2502.305
  • ...
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi qanserê dikevin zêde bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî qeydên fermî yên ku ji teref rayedarên birêveberîyê ve hatine belavkirin li Hewlêrê bi 800 kesî re, li Silêmanî û Helepçeyê bi 1485 kesî û li Dihokê jî bi 700 kesî re nexweşîya qanserê hat tespîtkirin.

Dr. Herdî Cabarê ku Midûrê Nexweşaneya Nanekelî ye û di beşa onkolojî û hematolojîyê de xizmetê dide destnîşan kir, îsal bes li nexweşxaneya wan bi xwe bi 800 kesî re nexweşîya qanserê hat tespîtkirin.

 Dr. Muhammed Abdulwehabê Serokê Departmana Daneyan ê Nexweşxaneya Hîwa jî destnîşan kir,  ji serê salê vir ve li nexweşxaneya wan bi 1485 kesî re nexweşîya qanserê hat tespîtkirin.

Dr. Çekdar Ehmedê Alîkarê Serokê Navenda Qanserê yê Dihokê jî derbarê mijarê de destnîşan kir li navendên tenduristîyê yên li Dihokê îsal herî kêm bi 700 kesî re nexweşîya qanserê hat tespîtkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir