• DOLAR 32.295
  • EURO 34.819
  • ALTIN 2442.675
  • ...
Li Wanê agir bî sîteya kafiroşan ket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Îpekyoluya Wanê di sîteya kafiroşan de doh êvarî şewat derket.

Şewata ku derket di demeke kin de bi temamê dikanan ket.  Kesên ku şewatê dîtin xeber dan rayedaran.

Piştî hesîna bi bûyerê gelek ekîbên îtfaîye û tenduristî hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ji ber ku ekîbên li îpekyoluyê ji heqî şewatê derneketin û nikaribûn şewatê têxin bin kontrolê ji navçeyên derdorê yên mîna Tişba, Gewaş, Edremît û Kurubaşê alîkarî hat xwestin.

Di encama xebatên ku gelek zêde berdewam kirin de şewat hat xistin bin kontrolê.

Ji ber şewata ku sedema wê hêj nayê zanîn çawa û bi çi sedemê derketiye tiştek bi serê kesî nehat.

Tehqîqata derheqê bûyerê de berdewam dike. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir