• DOLAR 32.29
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2435.192
  • ...
Rejîma îşxalker li Yemenê ji teref bi deh hezar mirovan ve hat telînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi deh hezaran Yemenî, ji bona ku êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîstan ku li bajara Cenîna Şerîaya Rojava li kampa miltecîyan kir li paytext Sanaya a ku di bin kontrola Ensarullahê ye de kom bûn.

Protestovanan ji bona ku alîkarîyê ji Filistînîyan re bidin pankartan vekirin û siloganan avêtin, ala Emrîqa û potika rejîma îşxalkeran jî şewitandin.

Protestovanan bi tevî telînkirina rejîma îşxalkeran şewitandina Quranê ya ku di roja yekem a Îda Qurbanê de hatibû şewitandin jî telîn kirin.

Artêşa rejîma îşxalkeran, piştî qetlîamên 2 rojî li Cenînê vekişîyan leşkerekî îşxalkeran jî ji teref berxwedêran ve hat kuştin.

Di êrîşa rejîma îşxalkeran a ku 2 rojan li Cenînê kir de 12 Filistînî şehîd bûn 20 jê giran ji 120î zêdetir Filistînî jî birîndar bûn.

Tê îfadekirin ku di van êrîşan de 120 Filistînî jî hatin desteserkirin.

Berxwedêrekî Filistînî yê bi navê Abdulvahab Halayle jî li Tel Avîvê ji bo qetlîamên îşxalkeran a ku li Cenînê kir bersiv bide çalakîyek lidarxistibû, di vê çalakîyê de jî 8 sîyonîstên îşxalker birîndar bûbûn û berxwedêr jî dûre bi çekan hat şehîdkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir