• DOLAR 32.222
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2456.478
  • ...
Li Meksîkayê otobûsa rêwîyan qelibî: 8 mirî, 33 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya mezin a bajara Concepcion del Oroya ku girêdayê wîlayetê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku ji xeberên mehellî hatine bidestxistin otobûsa rêwîyan a ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li barîyeran qelibî.

Di qezayê de 8 kesan canê xwe ji dest dan, hinekan jê giran 33 kesan jî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir