• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Di encama êrîşa îşxalkeran de hejmarê şehîdan derket 8 kesan: Banga berxwedanê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafirên herbê ya îşxalkeran, ji êvare heta niha li kampa Cenînê êrîşî gelek xanîyan kir û bombeyan avêt, ji 100î zêdetir wesayîtên îşxalkeran jî ji cîhên cuda êrîşî bajêr kirin.

Îşxalkerên ku hemû kolanên kampê dorpêç kirin, nîşandarên xwe jî di ser banan de bi cîh kirin.

Li cîhên ku berxweddêran bersiv dan jî pevçûnên dijwar pêk hatin.

Şervanên berxwedanê, gelek wesayîtên çeteyên îşxalkeran îmhe kirin.

Berxwederên ciwan jî ji bona ku nîşandar û balafirên keşfê yê îşxalkeran nikaribin hedefan bigrin û ji wan re astengî bê derxistin di gelek kolanên kampan de lastîkan dan şewitandinê.

Di aparloyên mizgeftan de jî ji xelkê re bang hat kirin ku bira kampê biparêzên, li hember çeteyên îşxalkeran bisekinin, li ser ev bangê di gelek taxên kampê de ceryan jî hatin qutkirin.

Odeya Hevpar yê Berxwedana Filistînê, daxuyandin ew ji bona ku ev êrîşa hovane bişopînin di nav civînekî mayînî de ne û ew ê tu dem berxwedanê li hember îşxalkeran tenê nehêlin, di her alî de ji wan re alîkarîyê bikin.

Ode, ji hemû komên berxwedanê yên di kampê de re jî bang kirin ku bira hev bigrin û li dijî pevçûnan di nav hevkarîyê de hereketê bikin.

HAMAS jî daxuyand ku êrîşên mezin yên li dijî Cenînê ew ê neghêje hedefên xwe û bi serfiraznebûna neyaran encam bibe. HAMAS, di ev êrîşê de jî hikumeta faşît a di bin serokatîya Netanyahuyê de ye mesul girt.

Li gorî Wezarete Tenduristî ya Filistînê, di encama êrîşa îşxalkeran de heta niha 8 kesan şehîd bûn, 10 jê giran 50 kesan jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku êrîş hêj didomin û dibe ku hejmarê şehîdan an jî birîndaran zêde bibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir