• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Teşkîlata Hevkarîya Îslamî civîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de ji êrîşa ku li quranê hat kirin bi tundî hat şermezarkirin.

Hat destnîşankirin ku li dijî wan êrîşên rezîl ên ku tên kirin divê tedbîrên  girseyî bên standin.

Roja ewil a îda qurbanê li Stockholma paytexta Swêdê li ber camîyekê Qurana Pîroz hat şewitandin ku ev yek bû nerazîbûna alema Îslamê. Teşkîlata Hevkarîya Îslamî ji ber vê êrîşa rezîl a ku hat kirin civîya û piştî civînê êrîşa ku li Quranê hat kirin bi tundî hat şermezarkirin.

Roja ewil a îda qurbanê li Stockholma paytexta Swêdê li ber camîyekê Qurana Pîroz hat şewitandin ku ji ber vê yekê Teşkîlata Hevkarîya Îslamî bi lez li Rîyada paytexta Erebistana Siûd civîya.

Piştî civîna ku hat kirin daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de ew êrîşa ku di bin parastina polêsan de li hember Quranê hat kirin bi tundî hat şermezar kirin û ji wan rayedarên ku ji vê yekê re destûr dan re jî bertek hat nîşandan.

Di daxuyanîya ku têde bal hat kişandin li ser êrîşa rezîl wisa hat gotin:

“Em banga tedbîr standinê li Swêd û Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê dikin da ku cardin di bin navê azadîya fikr û ramanê de ev çalakîya sûcê neyê kirin. Li dijî wan êrîşên rezîl ên ku li hember pîrozbahîyên Îslamê tên kirin divê tedbîrên  girseyî bên standin. “

Huseyîn Îbrahîm Tahayê Sekreretê Giştî yê Teşkîlata Hevkarîya Îslamî berîya civînê  destnîşan kir ev êrîşên ku li Quran û Hz. Muhammed tên kirin ne êrîşê ji rêzê ne û ew welatên endam divê li dijî vê yekê tedbîran bistînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir