• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Entabê şerê bi çek: 3 mirî û 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Nurtepeya navçeya Şehîtkamîlê di navbera du malbatên neyar de pêk hat.

Li gorî îddîayan di navbera ferdên du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de nîqaş derket, dûre bi derxistine çekan ew nîqaş ji şerê re vegerîya.

Di encama şerê bi çek de İzzet K. (40), Selman Ç. (32) û Şahin E. (23) li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan. 2 kesên ku navên wan nehatin hînbûn jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di taxê de ji ber sedema şerê ewlehîyeke mezin hat girtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqatake mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir