• DOLAR 32.225
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2452.466
  • ...
Pîrekên cefakar palehîyê bi destan dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pîrekên gundî yên ku li çîyayên Sincikê ji sebîtîyê xwe heta niha palehîyê bi dasan didomînin, derheqê karên jîyana gund de axavtinê kirin.

“Em ji zaroktîya xwe dixebitin”

Ayşe Bugdaya gundî yê ku bal kişand ew bi salan e palehîyê bi dasan dikin weha got, “Ji ber ku gundê me û erdên me li cîhên bilind in em hemû karên xwe bi destan dikin. Ez ji 15 salîyê xwe palehîya genimê bi dasê dikim. Ji ber ku erdên me çal û xwar in bîçer nikare were ser erdên me. Ji ber vê yekê em hemû karên xwe bi destan dikin. Em genimê xwe bi dasan diçînin û bi destan kom dikin. Dûre jî genima ku ji bona ziwa bibe em radikin li patosê dixin, dema ku me ka û genimê ji hev cuda kir genimê ji bo xwarinê radikin. Zilamên me pêşî toximê davêjin û dû re jî palehîyê dikin, em jî ji wan re kom dikin û dikin wek guravê ji bona merheleya dinê hazir dikin. Bi tevî van erdan herêka me didu an jî sê heb çêlekan xwedî dikin. Ji ber erdhejê em niha li derve dimînin. Ji ber vê yekê tirsa gezkirina dûpişk û maran zêde ye.”

“Nêzê 10 rojan em bi dasan palehîya genim dikin”

Hanim Bugdaya ku diyar kir karên gund daîma heye û ji ber vê yekê divê ku ew bixebitin jî weha axivî, “Ez ji zaroktîya xwe heta niha van karan dikim. Palehîya genim dikim, wî dikim wek gurzan û girê didim. Karên gund ne rehet e. Xeyn palehîya bi dasê em karên dinê jî dikin. Em nêzê 10 rojan bi dasan palehîya genim dikin. Dema ku genimê me ziwa dibe em li patosê dixin, genimê ji bo xwarinê radikin û dû re jî di nav salê de dixwin.”

“Niha em ji ber erdhejê pirsgirêkan dijîn”

Ayşe Çamana ku ragihand salik dozde meh karên gund didome weha got, “Em pêşî erdên xwe dajon û dûre jî tovên xwe davêjin. Dûre jî em genimê xwe yên ku zer bûne bi dasê diçinin û dikin wek guravê. Genima ku em dikin wek guravê piştî ku ziwa dibe li patosê dixin, ka û genimê jî bi vê şeklê ji hev cuda dikin. Piştî ku karê genim diqede em garisan datînin. Di payîzê de jî avdanê dikin. Ji ber ku ava me jî li cîhekî zehmet e di avdana garisê de jî em zehmetîyê dikşînin. Garisê ku paşê em kom dikin ji gufikê cuda dikin û didin ber tavê ji bona ku ziwa bibe. Niha em ji ber erdhejê di derve de pirsgirêkan dikşînin.”

“Karên gund daîma dubare dibe”

Gafure Çelîka ji pîrekên gund jî weha got, “Em li gund genim û garisan datînin. Çêlekên me hene em li wan dinhêrin. Daîma karên me yên gund heye. Dûre jî wexta çinînê were em bi dasan palehîyên xwe dikin, wî dikin wek guravê û li patosê dixin. Dûre jî ka û genimê ji hev cuda dikin genim jî ji bo xwarinê radikin. Karên gund daîma wek hev dubare dibe. Em ji 10 rojan carekî av didin genim.  Paşê jî em disekinin ku bira mezin bibe. Wextê em genim jî diçînin vê carê jî garisan datînin.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir