• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Ji Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji Komeleya Erziromîyan a Aranavutkoyê re zîyaret
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu bi tevî Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştî yê partîya xwe û Îsa Guvendîkê Serokê Bajêr Komeleya Erziromîyan a Aranavutkoyê zîyaret kir, bi Rifat Abayê serokê komeleyê, îdarevanên komeleyê û mudawîmîn komeleyê re hevdîtin kir.

Yapicioglu di zîyaretê de weha axivî, “Em di vê nîyetê de ne ku em dixwazin wan kesên me berîya hilbijartinê zîyaret kiribû piştî hilbijartinê jî zîyaret bikin. Nîyeta me heye ku em wan zîyaret bikin û bi wan re hesbîhalê bikin û binhêrin daxwazîyên wan hene an jî na. Encax bira ev jî bê zanîn ku memleket mezin e, 81 bajêr hene. Bi tenê bajarekî bi dehan komeleyên wê hene. Gihaştina li her derî ne mimkin e. Em hefteyê 3 roj li Enqereyê ne. Bawerîya we pê hebe ku em di nav wê 3 rojê de jî ji ber mirovên ku dixwazin me zîyaret bikin carnan nikarin şîvê jî bixwin. Encax ev ji bona me ne mazeret e. Em ji bona ku mazeretên xwe ji we re bibêjin û gilîyan bikin nehatine li vê derê. Dema ku em ketibûn vê karê em zanibûn ku ew ê barê me giran bibe.”

“Bi îzna Xwedê em ê ji vê şûnda jî dostên xwe bîrva nekin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Hetta dema ku hilbijartin nêz hatibû çend caran hevalên me digotin, ‘hindik ma, ew ê biqede’. Min jî ji wan re weha got, ‘Ev hêj fragman e, fîlma esil, karê esil dê piştî hilbijartinê dest pê bike.’ Em di xebatên hilbijartinê de xwêdanekî baş avêt, gelek reht bûn, em baş xebitîn lê em dizanibûn ku ew ê piştî hilbijartinê barê me giran bibe. Divê ku zêde bixebitin, zêde reht bibin û xwe bighêjînin mirovên zêde. Em zîyaretên xwe yên ewil de ji wan destekê daxwaz dikir. Di nav 30-40 deqîqeyan de mimkine ku mirov derdê xwe ji 40 mirovan re qal bike lê di nav ewqas wextê de gohdarkirina pirsên 40 heb însanan ne mimkin e. Ji bona vê divê ku hûn 4 seat wan gohdar bikin. Em ev tiştê zanibûn û li gorî wê derketin rê. Bi îzna Xwedê em ê ji vê pê ve jî dostên xwe bîrva nekin. Herî kêm em ê bi zanayî bîrva nekin. Ger ku birastî jî em bîrva bikin qisûrê me nenêrin, bira Xwedê me jî me efû bike. Înşaallah em ji dostên xwe re dost in, em ê dostên xwe bîrva nekin. Dibe ku em hereketên wan kesên ku bi zanayî xerabîyê bi me bikin bîrva bikin zorê bidin xwe. Bi îzna Xwedê em tu başîtîyekî ku ji me re hatîye kirin, tu duayek, tu alîkarîyek bi zanayî bîrva nekin. Ev hatina me wek zîyareteke sipasîyê qebûl bikin. Ger ku Rebbê me îzîn bide em dixwazin ku li cîhekî dinê û di wextekî dinê de hevdû bibînin.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir