• DOLAR 32.264
  • EURO 34.878
  • ALTIN 2435.746
  • ...
Li Filistînê hejmarê şehîdan derket 5 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker a sîyonîst, di danê şefeqê de êrîşî Cenînê kir.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, diyar kir di êrîşên li kampê û derdorê wî de heta niha 5 kesan şehîd bûn, 23 jê giran 91 Filistînî jî birîndar bûn.

Xeyn ji van agahîyan hat ragihandin ku wesayîteke leşkerên îşxalkeran jî di encama berxwedanê de zerarê dît, 7 sîyonîstên îşxalker jî birîndar bûn.

Medyaya îşxalkeran, bal kişand ku berxwedan di êrîşê de gelek teqemenîyan bi kar anîne.

Hat diyarkirin ku di dema êrîşa şefeqê de îşxakeran, li ser hinek banan nîşandaran jî bi cîh kirîye, bi tevî guleyên rastî bombeyên ku mirovan gêj dike jî bi kar anîne.

Helîkopterên îşxalkeran ji sala 2002yan heta niha cara yekem li ser kampan bombeyan davêje.

Di êrîşên rejîma îşxalkeran a li ser bajarê Cenînê û kampê de du ciwan jî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir