• DOLAR 32.216
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2512.171
  • ...
Karwanê Hêvîyê li herêmên erdhejê xebatên xwe didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Okmen diyar kir ku ew gerên xwe yên li herêmên erdhejê didomînin, hemû nexweşîyên li herêmê ji holê radikin û ji bona ku hewcedarîya welatîyan bi cîh bînin xebatek dikin û di nav wê xîretê de ne.

Okmen li Semsûrê welatîyên ku ji ber erdhejê mecbûr mane ku di nav konan de dijîn zîyaret kir, kolîyên xwarinê yên ku amade kiribûn ji wan welatîyan re belav kirin.

Okmen diyar kir ku ew ji ber nêzbûna Îda Qurbanê xebatên xwe û hazirîyên xwe didomînin, dûre jî Okmen weha axivî, “Em wek Karwanê Hêvîyê li Semsûrê ne. Li Semsûrê xebatên me yên bi mehan e hêj didome. Meha Remezana borî jî xebatên me û fealîyetên me hebûn.  Bê navber belavkirina xwarinê me didomin. Me niha jî belavkirina xwarinê kir. Em hazirîya Îda Qurbanê li ev derê dikin. Ger ku Xwedê bike nisîb em ê di serî de li Semsûrê dûre jî li hemû herêmên erdhejê qurbanên xwe jêbikin. Em ê qurbanên ku xêrxwazên me bexşên me kirine bighêjînin birayên xwe yên erdhejê.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir