• DOLAR 32.266
  • EURO 34.718
  • ALTIN 2391.465
  • ...
Çeteyên Hîndû êrîşê dikan û xanîyên Misilmanan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li herêma Pirolaya bajara Uttarkashîya wîlayeta Uttarakxandê pêk hat.

Li Hîndistanê li gorî wêneyên ku ji teref aktîvîstên Misilman ve li ser medyaya civakî hatine belavkirin çeteyên Hîndû, ji ber ku li cem zarokên xwe zarokekî Misilman dîtin dikandarên Misilman yên li herêmê ji bona ku herêmê derkevin wan tehdît kirin.

Çeteyên Hîndû yên ku ji Misilmanan re tehdîdan kirin û ji wan re heta roja 15ê Hezîranê qewl dane ku ji herêmê derkevin, êrîşî hinek Misilmanan jî kirin.

Di xuyangekî ku di medyaya civakî de hat dîtin de çeteyên Hîndû, bi tevî siloganan êrîşî dikana Misilmanekî dikin û bi dar û pihînan derî şikestin.

Hat destnîşankirin ku Misilmanan jî ji ber ev wehşetîyê herêmê terk dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir