• DOLAR 32.286
  • EURO 34.9
  • ALTIN 2434.929
  • ...
Ji bo 19 mîlyon xwendekaran betlaneya havînê roja Înê dest pê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêzî 19 milyon xwendekar li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) dê di 16ê Hezîranê roja Înê qerneyên xwe bistînin û bikevin betlaneya havînê.

Sersala yekem di 14-18 Mijdar 2022 de, û nîvsala duyemîn di 17-20 Nîsana 2023 de hate kirin. Serdema duyemîn ku di 6ê Sibata 2023an de dest pê kiribû, dê roja Înê 16ê Hezîrana 2023an biqede.

Her wiha ji bo xwendekaran li 10 parêzgehên ku ji ber erdheja Mereşê demekê perwerde lê hat qutkirin dê ji 1ê Tebaxê heta 1ê Îlonê bernameyên telafîyê bên tetbîqkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir