• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Somalîyê di parqa leyîstikê de teqîn: 27 zarok canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teqîn, li bajaroka Qoryoleya ku 120 kîlometre li başûrê Maogadîşuya paytexte pêk hat.

Abdî Ahmedê Alîkarê Komîserê Navçe yê Qoryoleyê, destnîşan kir ku zarokan di parqê de guleyek hewanê yê ku neteqîyaye dîtine û ew gule ji ber sedemeke nediyar teqîyaye.

Ahmed, diyar kir ku di encama teqînê de 27 zarok canê xwe ji dest dan, herî kêm 53 kesan jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin di nav kesên ku mirine de piranîya wan zarokên 10 û 15 saîl ne.

Şênîyên taxê diyar kirin ku ew gule ji teref hêzên ku li Somalîyê herbê dikin ve hatîye avêtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir