• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Şehîd Aytaç Baran li ser gora xwe hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta salvegera şehadeta Şehîd Aytaç Baran Xoce ji teref Cemîyeta Mustezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve bernameya yadkirinê hat tertîpkirin.

Bername bi xwendina sûreya Yasînê a ji teref Ammar Zeren ve hatibû xwendin dest pê kir. Bername piştî xwendina Quranê bi axavtina Îbrahîm Yazê ji hevalên Şehîd e berdewam kir.

Di bernameya ku Faruk Dînçê Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê û malbatên şehîdan beşdarî bûn de bal li ser fedekarîya Aytaç Baran û şehîdên dinê ên Îslamê ku ji bona dewa xwe nîşan dane hate kişandin, Yaz bal li ser zilma PKKê a ku li herêmê li ser Misilmanan nîşan dabû kişand.

“Şehîdî evînek e, şehîd jî evîndar e”

Yazê ku îstînadê sala şehadeta Şehîd Aytaç Baran kir weha axivî, “Em cardin li vê derê ne ku PKK, 8 salan berê neyartîyê ji Îslamê re dikir li herêmê li dijî wan kesên ku ji bo dînê Xwedê û dewa Xwedê dixebitin re herbê îlan kiribûn û bi metodên zalimî hemû îşkenceyan li dijî Misilmanan bi kar dianîtin, wa em cardin ji ber sebeba wan zilm û îşkenceyan li ev derê ne û ew bi wê zilmê Aytaç Baran şehîd kiribûn. Em qala zilamekî xwedîdozvanê wisa dikin ku ew aşiqê Şehadetê ye, ew şehîdîyê ji dil û can dixwest û ji bona vê jî micadeleyê dikir.”

Yazê ku di berdewama axavtina xwe de ev kelîmeya ku “Ev de’we ji bona xwe bedêl, micadele, çîle û fedekarîyê dixwaze” berdewam kir û axavtina xwe weha domand, “Ji ber vê yekê ye wan kesên ku barê ev de’wê girtine ser milên xwe baş zanin ku divê ew dev ji canê xwe, malê xwe û hemû hezkirîyên xwe berdin. Bi rastî jî birayê me Şehîd Aytaç Baran û ‘ezîzên me yên dinê bi herî xweşikî pratîka ev gotinê nîşan dane. Şehîdî evînek e, Şehîd jî evîndar e. Ev ji Taîfê vir ve ewakî bûye. Xwedê Teala dema ku di Quranê de qala Pêxemberan dike ji me re bûyîna wek Hezretî Zekerîyayê ku bi birekê ji ortê bûye du perçe nîşan dide, di Hezretî Yusif de ketîna nav birî, di zindanan de îmtîhanbûna bi Zuleyhayê nîşan dide, dema ku em sebir bikin jî li Misirê Melîkbûnê nîşanê me dide.”

“Dema ku ew şehadetîyê dixwazin bi 3 dilopê hêsirên xwe, xwedanên xwe û di dawîyê de jî xwîna xwe rijandine”

Yaz di berdewama axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala di eynî şeklê de ji me re bi Hezretî Nuhê micadeleyê hîn dike, ji me re armanca me nîşan dide ku armanca me teblîxkirina dewa me û gihaştina ji mirovan re ye. Ji ber vê yekê ye ku ev micadeleyeke rehet nîne û ji rojên îroyan re jî bi rehetî nehatîye hatin. Li ev derê Şehîd Yasîn, Aytaç, Turan, Hesen, Huseyîn û şehîdên me yên dinê ev tiştê baş nîşanê me didin ku ev pêvajoya ku em hatine bi xwe fedakirina Şehîd Habbab û Şehîd Aytaçan hatîye. Lazim e ku em qîmeta vê baş zanibin û ji ev emaneta miqeddes yê ku ji me re hêştine re baştir xwe hembêz bikin.”

Yaz îfade kir ku şehîdan dema ku şehadetê dixwestin xwestina wan û ‘emelên wan wek hev bûye, piştî tiştên ku ji destê wan tê kirine dûre şehîdîyê xwestine, Yaz weha berdewam kir:

“Dema ku ew şehadetê xwestine mitleqe ev 3 dilopê rijandine. Dilopa yekem hêstir, dilopa duyem xwêdan û dilopa dawîn jî xwîna xwe rijandine. Bi salan e li ev erdnigarîyê birayên me yên ku ji bona de’wa Xwedê bidome canê xwe dane û fedekarîyê kirine hebûne û bê guman hene jî. Bi salan e bi îşkence, zilm û zordestîyê pêşîya ev birayên me girtine. Ev sinettullah e. Wek ku doh hebû îro jî heye û ew ê sibe jî hebe.”

“Kesên ku astengîyan dikin pêşîya Misilmanan ew ê li ber ev ronahîyê tune bibin”

Yazê ku di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, divê Misliman ji heyatên şehîdan ders û ibretan bistînin weha got: “Divê em muhasebeyeke nefsî bikin. Em a niha li ber serê qebra şehîdan in, divê hatin û çûyîna me a li vê derê ne tiştekî ji rêzê be. Çawa ku Pêxemberê me çû Hîrayê Muhammed bû, lê dema ku ji wê derê derket bû Hz. Muhammed û temamê barê dinya û alemê da li ser milên xwe. Divê em jî bi vî çavî li van bernameyên ku serê salekê carekê tê kirin mêze bikin: Tiştên ku dest û pîyên me girê didin çi ne?  Meseleyên me yên ku me ji da’wa Xwedê dûr dixe û dibin sedema şistîyan çi ne? Gelo em van meseleyan safî dikin yan na? Ji bo vê yekê em çi gavî davêjin?  An jî ji bo şehadetê em çi dikin? Divê em cewaba van pirsan li vê derê ji xwe bikin û ji ser qebra şehîdan veqetin.”

Yaz di dawîya axavtina xwe de weha got, “Doh û îro ne wek hev e û îmtîhanên îro gelek cuda ye. Em jî di vê pêvajoyê de ala de’wa Xwedê ji bona ku bilind bikin lê di vê bilindkirinê de nekevin nav tesîra dinyayê û nekevin li pey xweşikîya dinyayê bedêlê wî çi dibe bira bibe gavên paş neavêjin û ev micadeleyê heta cîhê bilind bêtawîz û bêteqez bibin. Wek ku doh jî hebû û îro jî heye divê ku em sibê jî ev samîmîyet û îxlasê nîşan bidin, dema ku em wisa bikin ew ê li her derê dengê Îslamê bilind bibe û daleqe. Îro wan kesên ku astengîyê li ber Misilmanan derdixin wan kesên ku dengê îfsadê zêde dikin ew ê li ber ev ronahîyê tune bibin bi îzna Xwedê.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir