• DOLAR 32.526
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2405.75
  • ...
Tirkiye, Swêd û NATO dê bicivin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bibe hat Tirkiyeyê.

Stoltenberg ku li Ofîsa Dolmabahçeyê bi Erdogan re hat cem hev, piştî hevdîtina ku nêzî saetekê dewam kir daxuyanî da û behsa pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê kir.

Stoltenberg, diyar kir ku wê bi rêveberiya Stockholmê re bi beşdariya Tirkiye û tifaqa leşkerî civînek bê lidarxistin û got, "Swêd, Tirkiye û NATO wê di hefteya 12ê Hezîranê de bicivin."

Stoltenberg, da zanîn ku wan bi Serokkomar Erdogan re pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATO'yê nirxand û weha got, "Tirkiye xwedî fikarên ewlehiyê yên rewa ye. Ji Tirkiyeyê zêdetir ti hevalbendek rastî êrîşên terorê nehat."

Sekreterê Giştî yê NATOyê dûre weha got, "Swêd gavên girîng û şênber avêt. Dixwaze fikarên Tirkiyeyê bi cih bîne. Di nava van de jî guhertina destûra bingehîn a Swêdê, bidawîkirina ambargoya çekan û di serî de PKKê, di têkoşîna li dijî terorê de zêdekirina hevkariyê."

Stoltenberg got ku endamtiya NATOyê wê Swêd bihêztir bike, herwiha wê NATO û Tirkiyê jî bihêztir bike. Heman rayedar diyar kir ku ew dixwazin pêvajoya der barê Swêdê de di zûtirîn dem de biqede. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir