• DOLAR 32.273
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2433.662
  • ...
Îmtîhana LGSê bidawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûniştina ewil di seat 09.30yan de dest pê kir. Xwendekaran jî ji bo îmtîhanê di seat 09.00an de li cîhê ku bikevin îmtîhanê amade bûn.

Di rûniştina ewil a ku di saet 9.30an da dest pê kir da ji xwendekaran ji tirkî, Dîroka Şoreşê û Kemalîzmê û ji Çanda Dînî û Zanînên Exlaqî û Zimanê Biyanî 50 pirs hatin pirsîn. Ji bo 50 pirsan dê 75 deqe hatibû dayîn.

Runiştina duyemîn a LGSyê jî di seat 11.30yan de dest pê kir.

Di vê rûniştinê de jî ji xwendekaran re ji matematîk û zanîsta pozîtîf 40 pirs hatin pirsîn û ji bo ku wan pirsan bersiv bidin jî ji xwendekaran re 80 deqîqe hatibû dayîn.

Ew ê encamên îmtîhanan di 26ê Hezîranê de dê di sîteya www.meb.gov.tr bê eşkerekirin.

Ew ê ji xwenderakan re encamên îmtîhanê wek berê ji alîyê postayê ve neyê şîyandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir