• DOLAR 32.257
  • EURO 34.931
  • ALTIN 2429.996
  • ...
Li Ruandayê lehî û hezaz: 109 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ruandayê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şimitî.

Di daxuyaniya ku ji çavkaniyên herêmî hat dayîn de hat diyarkirin ku li Ruandayê ji ber lehî û hezazê 109 kes mirin.

Waliyê Parêzgeha Rojava Francois Habitegeko diyar kir ku duh saet di 18:00 de li gorî saeta herêmî baran dest pê kiriye û bûye sedem ku çemê Sebeya bi ser ve here.

Habitegeko destnîşan kir ku pêşaniya wan aniha ew e ku xwe bigihînin her malên xerabûyî û rizgarkirina kesên asê mane.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir