• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Karwanê Hêvîyê ji bo erdhejzedeyan banga çadir û xwarinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman yê ku di serê seatên erdheja Mereşê de ji erdhejzedeyan re dibin “Hêvî” bang li xêrxwazan kirin.

Kurtaran di axavtina xwe de weha got, “Niha li Semsûrê çiqas jî jîyan wek berê ji normalîyê re vedigere jî êş û jana roja ‘ewil em dîsa wek dema ‘ewil hîsdikin. Em ji roja ‘ewil bi tevî endam û ekîbên xew li vê derê dixebitin. Em ji bona ku rojê ji 25 hezar erdhejzedeyan re şîva germ bighêjînin dixebitin. Lazimatîya ku niha ew ê herî zêde hewceye çadir e, daxwazîya çadirê gelek tênê ji me re. Em ji bona ku çadiran peyde bikin û bighêjînin herêmên dinê jî xebateke mezin dikin. Encax di ev meseleyê de pirsgirêkeke ciddî heye. Lazimatîya ku hewceye yek ji wan jî zexîre ye.  Çîmkî însanên me ketin nav çadir û konteyniran. Bi teybetî jî birayên me yên Semsûrî bi mêvandarî diçin navçeyên dinê yên ku li wan doran xerabûnî tineye. Ji ber vê yekê xanîyên me yên ku tê de 30 kes an jî 40 dijîn hene. Ji ber vê em jî ji bona ku lazimatîya wan yê xwarinê bi cîh bînin xebateke mezin dikin.”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bi taybetî di alîyê xwarinê de ez bang li xêrxwazên me dikim.” Û weha axatina xwe dawî kir, “Dema ku zexîre were em ê jî lazimatîya birayên xwe yên xwarinê bibînin. Xeyn ji ev tiştê em ji bona ku çadirên xwe germ bikin di meseleya germbûnê de dixebitin. Sobayên ceryanê û betanîyên ku gihîştine me hemûyan belav kir û belavkirinê jî didomînin. Tirên me yên ku di rêde ne hêna jî hene. Dema ku ew jî werin em ê wan jî bi zûtirin bighêjînin birayên xwe. Em ji xêrxwazên xwe re zor zor sipas dikin. Birastî jî ew ji roja ‘ewil heta niha micadeleyê kirine ku li cem birayên xwe yên li vê derê bin. Lazimatîyan tên bicîkirin lê kêm in. Di alîyê starbûnê de jî pirsgirêk hene. Niha li her derî xebatên rakirina enqazan heye. Ji bona ku di zûtirîn dem de xebatên rakirina enqazan biqede û ji jîyana normal re bê vegerandin micadeleyeke mezin tê dayîn. Em wek Karwana Hêvîyê heta ku lazimatîya birayên me yên Semsûrî dawî bibe em ê li vê derê bimînin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir