• DOLAR 32.254
  • EURO 34.688
  • ALTIN 2401.721
  • ...
AFAD: 18 hezar û 342 kes canê xwe ji dest dan, 74 hezar û 242 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Piştî erdhejê li bajarên Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî, Hetayê û Xarpêtê hejmarê personelên ku di sehayê de dixebitin gihaşt 110 hezar û 571 kesan.

Ji herêma afetê re bi tevî ekskavator, kêşvan, vînç, dozer, qamyon, arazoz, treyler, qlêder, vîdanjor û makîneyên kar yên wek wan 5 hezar û 557 erebe hatin sewqkirin.

Li gorî agahîyên dawî yên ku ji teref AFADê ve hatine belavkirin, ji ber erdhejê 18 hezar û 342 kes canê xwe ji dest dan, 74 hezar û 242 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir