• DOLAR 32.233
  • EURO 34.76
  • ALTIN 2446.596
  • ...
CTE: Di Girtîgeha Hetayê de teşebûsa fîrarê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

CTE, daxuyand ku di Sazîya Înfaza Ceza yê Tîpa T ya Hetayê de mehkûman teşebûsa fîrarê kirin û dûre jî şewatek derxistin.

Di dema midexeleya pêşgirtina fîrarê de hat daxuyandin ku 12 kesan birîndar bûn, 3 kesên ku ji birîndarên ku ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin in canê xwe ji dest dane, derheqê bûyerê de tehqîqata ‘edlî û îdarî hat destpêkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di dema midexeleyê de 12 mehkûm birîndar bûne, 3 kesên ji wan birîndarên ku sewqê nexweşxaneyê hatine kirin rehmet kirine. Ji bona ku mesele bê tehqîqatkirin ji teref Wezaretê me yê Edaletê ve mufetîşên Wezareta Edaletê û kontrolkirên Midurtîya Giştî yê Malên Tewqîf û Cezayê hatine wezîfedarkirin, derheqê bûyerê de tehqîqata ‘edlî û îdarî hatîye destpêkirin. Îddîayên ku di Sazîya Înfaz a Cezayê de ji mehkûmên pîrek re tecavûz tê kirin jî bêbinyat in û îddîayên dinê yên bêbinyat jî bi temamî derew in.”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di encama bûyerê de girtîgeh zerarê dîtîye û mehkûmên ku tê de ne jî ji girtîgehên dinê re hatine sewqkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir