• DOLAR 32.202
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2521.479
  • ...
HUDA PAR dê salvegera xwe ya 10emîn pîroz bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê ku bi silogana “Sîyaseta Dirust Edaleta rast” ket nav jiyana sîyasetê, bi minasebeta sazkirina xwe ya 10emîn wê di 19ê Kanûnê roja Duşemê seat 19.00an de di Navenda Kongre û Çandî ya Sezaî Karakoçê ku li Yenîşehîra Diyarbekirê ye bernameyek li dar bixe.

Ew ê ji bernameya ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û gelek rayedarên partîyê beşdarî bibin re gelek sîyasetmedar, endamên akademîyê, rîspîyan, temsîlkarên STKyan û nivîskaran jî tê hêvîkirin ku beşdarî bibin.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Faruk Dînç derheqê bernameya ku li Diyarbekirê bê tertîpkirin de, banga dawetê kir.

Dînç di axavtina xwe de qala mîsyona partîya xwe kir û weha got, “Em salvegera 10emîn a partîya xwe pîroz dikin. Elhemdulîllah ji roja ku hatîye damezrandin heta niha li ser rêya îstîqametê maye û rêyeke sîyaseta paqij, mixalefeta çêkirî û rêyeke ku di navenda wê de însan û edalet heye şopandîye.”

Dînç, “Em ê di 19ê Kanûnê roja Duşemê de di Navenda Kongre û Çandî ya Sezaî Karakoçê salvegera 10emîn a damezrandina partîya xwe pîroz bikin. Ew ê bernameya me bi beşdarbûna endamên me, damezrînerên partîya me, endamên me ya sazîya îdareya giştî, rayedarên STKyan, akademîsyenan, endamên çapemenîyê, nivîskaran û gelek şexsîyetên bi qîmet bê tertîpkirin. Ew ê Serokê me yê Giştî Birêz Zekerîya Yapicioglu, derheqê sîyaseta Tirkîyeyê de peyamên gelek muhîm bide.”

Dînçê ku ji bernameya ku tertîp bikin re banga dawetê kir weha axavtina xwe dawî kir, “Lazimatîya Tirkîye ji HUDA PAR û pêşniyarên çareserîya wê re heye. Em bi navê HUDA PARê sîyaseteke ku feydeya wê ji welatê re heye dişopînin. Em bi projeyên ku bi destan bê girtin û bên çêkirin derdikevin pêşîya xelqê xwe. Em bi vê wesîleyê hemû xelqê xwe û endamên çapemenîyê dawetê bernameya salvegera sazkirina 10emîn a partîya xwe dikin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir