• DOLAR 32.27
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2423.272
  • ...
2 xwendekarên ku erebe li wan xist giran birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, doh di seat 15.30yan de li ser rêya stadê Bûlwara Firatê ya li navçeya Kayapinarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji xwendekarên ku di Lîseya Anadolîya Adnan Menderesê de dixweyînên hinekên wan bi serwîsan hinekên wan jî bi îmkanên xwe diçin û tênê.

Doh jî erebeyek li alîyê ser rêya stadê li du xwendekarên ku di sinifa 11emîn de ne xist.

Xwendekarên ku giran birîndar bûn, bi ambûlansên ku ji teref mirovên derdorê ve xeber hatîye dayîn ve hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Gazî Yaşargîlê.

Hat hînbûn ku ji xwendekaran yek dana êvarê ji çavdêriya awarte derket, lê rewşa yê dinê hêna jî girane. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir