• DOLAR 32.437
  • EURO 34.599
  • ALTIN 2384.143
  • ...
Serokkomarê Iraqê serdana Hewlêrê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafıra Serokkomarê Iraqê demeke kin li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê danî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kir.

Li gor agahiyan, Ebdulletîf Reşîd dê bi Mesûd Barzanî û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Tê îddîakirin ku di civînê de derheqê rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hemahengî kirina ji bo cîhbicîh kirina rêkeftina taybet a derbarê pêkanîna kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de gotûbej bên kirin.

Serokkomarê Iraqê herwiha dê serdana bajarê Duhokê jî bike û beşdarî konferanseke ku di Zanîngeha Amerîkî ya li Dihokê de ye jî bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir