• DOLAR 32.236
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2455.795
  • ...
Li Îranê êrîş li tirbeyê hat kirin: 15 mirî 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmaîl Muhîbbîpurê Walîyê Farsê ya ku di seatên êvarê de ji medyaya Îranê re axivî, weha got, “Nêzê seatek berê êrîşeke terorî li Tirbeya Hezretî Şah Çeraxê hat kirin”

Muhîbbîpur, diyar kir ku 3 êrîşdar êrîş li kesên ku li tirbeyê ne kirin, di êrîşê de li gorî diyarîyên ‘ewil 15 kes canê xwe ji dest dan, 40 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de 2 heb zarok jî hene.

Hat diyarkirin ji êrîşdaran 2 kes hatin qefaltin, ji bona êrîşdarê dinê jî bê qefaltin xebet didomin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir