• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Somalîyê ji otêlê re êrîşa bombeyî: 13 mirî 47 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li otêlekî yê ku li bajara Kîsmoya ku li başûra kendala wîlayeta Jubalanda Somalîyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya welêt hatine bidestxistin, erebeyeke bombe tijîkirî di derê Otêla Tawakalê de ket hindir û dûre jî nêzê 8 seatan pevçûn pêk hat.

Di encama êrîşê de 4 jê êrîşdar 13 kes canê xwe ji dest dan. Rayedaran, diyar kirin ku ji hêzên ewlehîyê mirî an jî birîndar çênebûn.

Di encama êrîşê de hat diyarkirin ku 47 kes jî birîndar bûn, dibe ku hejmarê mirîyan jî zêde bibe.

Hat destnîşankirin ku piştî êrîşê kesên ku di otêlê de asê mabûn jî hatin xelaskirin.

Hat ragihandin ku El-Şebab xwedî li êrîşê derket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir