• DOLAR 32.366
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2409.66
  • ...
Li Efxenîstanê helîkoptera leşkerî ket: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li bajarê Firuzkohê yê parêzgeha Gorê qewimî.

Li gorî medyaya herêmê, helîkoptereke leşkerî ji ber sedemeke nediyar li dîwarê lîseyê ya li qiraxa çemê Harîrodê ket.

Piştî qezayê ekîbên tenduristiyê û xilaskirinê sewqî li cihê bûyerê hatin kirin.

Hat diyarkirin ku helîkoptera ku ji bo kesên di wesayita ku ketiye çem de sewqê bike hatiye wezîfedarkirin, di dema rabûnê de ketiye xwarê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Mîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê ragihand ku di qezayê de heta niha kesek mir û 12 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir