• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî li Xarpêtê êtîman poşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ewrupa Yetîm Elîyê ku di rojên borî de ji Stenbolê bi rê ket û ji bo malbatên êtîm pêşî li Sakaryayê û pişt re jî li Balikesîr, Îzmîr, Mêrsîn, Entab, Riha, Dîyarbekir, Çewligê xebatên alîkarîyê li dar xist, kêfxweşiya xwe bi dayîna xercane û alîkarîyên cuda ên ji bi dehan malbatên li Palu û Kovancilarê re wan kêfxweş kir.

Sabri Acetê Temsîlkarê Hamburg yê Ewrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de axivî û weha got, “Em bi navê Ewrupa Yetîm Elîyê li çar alîyê dinyayê alîkarîyên xwe didomînin. Ev alîkarîyên ku em belav dikin bi xêra xêrxwazên me ye. Em van alîkarîyên xwe yên ku gihaştine me, em bi destê xwe belavê malbatên mihtac dikin. Me îro jî li Xarpêtê bi belavkirina cilan, kolîyên xwarinê û dayîna xercaneyê 3 bernameyan tertîp kir. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me yên ku dilê wan êtîmên me yên hurik germ kirine û kêfxweş kirine razî bibe.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir