• DOLAR 32.221
  • EURO 34.753
  • ALTIN 2458.06
  • ...
Hejmarê mirîyên di girtîgeha Îranê de derket 8 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojekî berê di seatên êvarê de, di Girtîgeha Evîna ku li bakura paytext e de şewat derket.

Hat diyarkirin ku di şewatê de 8 mehkûm mirin û 57 mehkûm jî birîndar bûn.

Rayedarên girtîgehê daxuyandin, bûyer di navbera mehkûmên sîyasî de, bi teybetî di alîyê pîrekên ku bi cesûsî tên sûcdarkirin de pêk hat.

Li gorî daxuyanîyê di atolyekî de di navbera komeke mehkûm ên ku ji ber dizî û sûcên darayî tên girtin de şer derket. Di şer de atolye hat şewitandin.

Hat ragihandin ku şewat hat tefandin, mehkûmên ku fîrar kirine tineye û rewş jî di bin kontrolê da ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir