• DOLAR 32.26
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2465.342
  • ...
Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê: Alimên me sefên cîhadê îdare kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mewlewî Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, beşdarî “Hevdîtina Aliman a 7emîn” yê ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve tê tertîpkirin bû.

Mucahîd, di bernameyê de derheqê “Rola Ulemayan a di Pêşketin û xelasbûna Efxenistanê de” ye de axavtinek kir.

Mucahîd, ji axavtina xwe re bi selat û selaman dest pê kir û ji Qurana Pîroz jî ayeta “Ew kesên ku ji Xwedê biheq ditirsin alim in” bîr anît.

Mucahîdê ku ji kesên ku bernameyê tertîp kirine re û bi taybetî ji Mele Enwer re sipasîyan kir, got ku ew ji yekîtîya aliman gelek kêfxweş in.

Mucahîd di axavtina xwe de destnîşan kir ku mesulîyeta aliman gelek mezin e û axavtina xwe weha domand, “Pêxember ewakî dibêje: ‘Ummeta min wek pêxemberên ben-î Îsraîlê ne.’ Ulema, divê di wehdeta ummetê de roleke mezin bilîze. Wezîfeyeke wan ê ku xelqê mezlum ji wê mezlumîyetê derxin û wan bikin nav rewşeke bi îzzet heye. Di ‘eynî demê de mesul in ku ew vê bêexlaqîya ku temamê civakê û ummetê dorpêç kirîye ji holê rakin.”

“Aliman sefên cîhadê îdare kirin”

Mucahîd di berdewama axavtina xwe de bîr anît ku Efxenistan ji teref Îngîlîstan, Rûsya û Emrîqayê ve 3 caran hatîye îşxalkirin, bal kişand ku Efxenîyan, di rêberîya aliman de van îşxalan dawî kir.

Mucahîd di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya aliman a di dewra îşxala dawîn a Emrîqayê de kişand û weha got, “Aliman di Efxenistanê de feal bûn. Aliman sefên cîhadê îdare kirin. Ji bona ku di nav micahîdan de îxtîlaf çênebe micadeleyê kirin. Heta wê demê di sefên cîhadê de cudayî çênebûn. Ev jî bi xêra aliman çêbû.”

Mucahîd, “Efxanîyan axlebe ehlî sinnet wel cema’et in û ji mezheba Henîfîyê ne. Îmam Henîfî, tekfîr kirina kesekî bi neheqî qebûl nake. Ev mezhep mezhebeke gelek hişyar e. Em îfradî û tefrîdî nînin. Em li ser rê û rastîyê ne.”

Mucahîd destnîşan kir ku, di roja me de bi rêyên medya û rêyên dinê ji Îslam û Misilmanan re îftîrayan davêjin, ev îftîrayan ji dewra Hezretî Muhammed heta niha didome.

“Li Efxenistanê îfsada îdarî û exlaqî hat xistin bin pileya herî kêm”

Mucahîdê ku got ew li ser rêya Ehlî Sinnet Wel Cemaet in di nav wan û hemû Misilmanan de yekîtî heye weha axavtina xwe zêde kir, “Li Efxenistanê gelek pirsgirêk hebûn. Rêya mirovan didan ber cehaletê. Ev jî di dema îşxalê de çêdibû. Aliman hemû van pirsgirêkan çareser kirin. îfsada îdarî û exlaqî hat xistin bin pileya herî kêm. Dibe ku bi dizîtî gineh bên kirin feqet yên ku bi vekirî bên kirin jî li welatê me nemaye. Ev jî bi wesîleya aliman çêbûye.”

Mucahîd, got ku Emîrtîya Îslamê hêna jî ji teref welatên rojavayê ve nehatîye naskirin, “Ev, bireveberîyeke Îslamî ye. Ger ku ev rejîmê nas bikin ew ê Îslamê jî nas bikin encax ji bona ku pirsgirêka wan bi Îslamê re heye qebûl nakin. Em bi Emîrtî, hemû şertan bi cih tînin. Rewşa me li gorî berê gelek baştir e. Ewlehî û ewletî  çêbûye.”

Mucahîd destnîşan kir ku gerek aliman, bi alema Îslamê re minasebetên baş çêbikin û bibin yek, wezîfeya aliman ê belavkirina dînê Îslam heye.

Mucahîd di berdewama axavtina xwe de ragihand ku ummet dûçarê îxtîlafan bûye, lazim e ku aliman jî li dijî van îxtîlafan îttîhadê çêbikin.

Mucahîd axavtina xwe weha dawî kir, “Divê ku em li hemberî îfsada exlaqî a ku di roja me de heye bibin. Li her derê îfsat tê belavkirin. Ev jî nesla sibê rojê tehdît dike. Ev tişt bi înternet û tiştên dinê tê kirin. Lazim e ku aliman bikevin pêşîya ev tiştan. Ev jî bi teblîx û medreseyan dibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir