• DOLAR 32.209
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2419.555
  • ...
Alî Qaradaxî: Medreseyan bi tevî parastina sabîteyan lazim e ku bê pêşxistin jî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Hevdîtina Aliman a 7emîn” ya ku ji teref Yekîtîya Medreseyan û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve hat tertîpkirin bi civîna yekem didome.

Prof. Dr. Alî Qaradaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Aliman ê Cîhanê bi onlîne beşdarî bernameyê bû û derheqê meseleya “Fonksîyona Medreseyan a Di Civaka Îslamê de, Gavên ku Ji Bona Hewcetî û Belavkirinê Bên Avêtin.” de axavtinek kir.

Qaradaxî di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya avahîyên mescîdan ê ku Hezretî Muhammed lêkirîye kişand û got ku ew deran cihê sazîya perwerdehî û hînkirinê ye, “Li vê derê aliman û serokan tên perwerdekirin. Di wê mescîdê de bi du peran tên perwerdekirin. Li alîyekî evîna îlmê, li alîyekî dinê jî evîna cîhadê tê hînkirin. Kelîmeya îçtîhad û cîhadê jî li vê derê derdikeve holê. Li alîyekî eshabê kîram, di pêşengîya Pêxember de hînê îçtîhadê û derheqê meseleyên rojevê de dayîna fetwayan dibûn li alîyekî dinê jî ji bona ku dînê Xwedê bilindtir bikin cîhadê dikirin.”

Qaradaxî di berdewama axavtina xwe de got ku ji bona ku medrese ji teref civak û rayedaran ve bên girîngkirin mesulîyet li ser aliman dikeve.

Qaradaxî, bal kişand ku gerek îlmên şer’î û alî di medreseyan de bên dayîn û dîtin, “Ez îtîraf dikim ku ev îlmê min hilberînên medreseyan e. Qezenceke ku ez ji li wê derê bidestxsitime ye. Lê di Qurana Pîroz de ewakî tê gotin. Ez dixwazim ku bal li ser vê ayetê bikşînim. Xwedê Teala, di Qurdanê de weha dibêje, ‘Kesên ku ji we ne û dixwazin pêşve biçin û paşve biçin.’ Quran di li vê derê de diçe cudayîyeke dualî: Kesên ku pêşve diçin û kesên ku paşve diçin. Lê qala kesên ku disekinin nake. Çîmkî li gorî Quranê sekinandin paşve çûyîne.”

Qaradaxî, “Em dema ku disekinin pêşve naçin, Xwedê mihafeze bike em paşve diçin. Çîmkî wext diçe. Dema ku em girêdayê medreseyan bikin, belê em bi tevî parastina sabîteyên xwe, çanda medreseyên xwe bi vebirî divê em pêşve jî bibin. Gerek em wek dersên felsefeya nûjen jî bidin ber dersên dinê.”

“Îslam wek ku ji me re aqîdeyê, îmanê hîn kirîye metodeke xas ya Îslamê jî ji me re şîret dike”

Qaradaqî, bal kişand ku Xwedê Teala mîzanê yanê pîvanê bi tevî Qurana Pîroz şîyandîye û weha axivî:

“Loma jî divê em terazûya xwe bi Qur'anê re musteqîm bikin. Xweda Teala di Qur'anê de dibêje 'Me ji we re şerîet û menheçê şandiye'. Xwedê ji me re ne tenê Şerîet, rêbazek jî şandiye. Ji ber vê yekê divê haya me ji vê jî hebe. Îslam wek ku ji me re aqîdeyê, îmanê hîn kir metodeke xas ya Îslamê jî ji me re şîret dike. Erka me kifşkirin û pejirandina wê ye. Ji ber ku Qur’an erka xelîfeytîya rûyê ‘erdê  dide mirov. Ji bo bûyîna xelîfê dinyayê zanîna zanistên berbiçav hewce dike.

Di ayeteke din de Xwedê Teala emrê me dike ku em bi basîretê pêşvebiçin û em dikarin gelek tiştan bixin bin vê feraseta basîretê. Naskirina gerdûna ku em tê de dijîn, zanîna baş a pirsgirêkên hemdem, zanîna bûyerên ku em pê re rû bi rû ne bi rengekî hûrgilî dikarin di bin vê basîretê de bin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir