• DOLAR 32.27
  • EURO 34.805
  • ALTIN 2457.36
  • ...
Li Îranê ji girtîyan re bi minasebeta “Mewlûd-î Nebî” efû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Seyîd Elî Xamaney, rêziknameya der barê hezar û 862 mehkûman da bi tewsiyeya Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulamhuseyîn Muhsîn Eceyî hat qebûlkirin.

Hat diyarkirin ku di biryara ku der barê çend mehkûmên efûkirin û kêmkirina ceza de agahî nehat dayîn, mehkûmên ku ji aliyê Dadgehên Şoreşê, Saziyên Cezayê yên Dewletê û Saziyên Edlî yên Hêzên Çekdar ve hatine cezakirin digire nava xwe.

Ayetullah Xamaney her sal di rojên cejnên dînî û neteweyî û rojên girîng de li ser daxwaza Dezgeha Dadweriya Îranê efûya girtiyan derdixe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir