Li Venezuelayê hezaz: 22 mirî
Di encama hezaza ku li Venezuelayê pêk hat de heta niha 22 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Venezuelayê ji ber barana zêde li bajara Las Tejeriasê hezaz pêk hat û ji kaş ax hat xwarê.
Di encama hezaza ku pêk hat de heta 22 kes canê xwe ji dest û 50 kes jî winda bûn.
Ji bo kesên winda bên dîtin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)