• DOLAR 32.211
  • EURO 34.869
  • ALTIN 2420.762
  • ...
Li Hewlêrê bi beşdarbûna bi dehhezaran bernameya mewlidê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi dehhezaran welatî beşdarî bernameya mewlidê ya ku li Hewlêrê hat lidarxistin de bûn.

Berîya bernameyê dikandar û welatîyên Kurdistanê kolan, dikan û sûkên bajêr bi pankart û afîşan xemilandin.

Welatîyên ku beşdarî bernameyê bûn selawatan anîn û Qur’an ku hat xwendin guhdar kirin.

Di dîmenên ku ji qada mewlûdê hatin girtin de tê dîtin ji biçûkan bigirin hetanî mezinan ji xortan bigirin heta kalan bi dehhezaran kes beşdarî bernameyê bûne.

Ji ber minasebeta mewlûda pîroz Kurdistanî mal, kargeh û kolanan bi afîş û pankartên ku li ser hezkirina xwe ya ji bo Hz. Muhammed diyar dikin daleqandin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir