• DOLAR 32.206
  • EURO 35.027
  • ALTIN 2515.28
  • ...
Li Edeneyê qezaya bi zincîrî: 3 mirî, 2 birîndar!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Taxa Guvencê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira ku di bin kontrola H.A.(50) de bû, li tira ku di bin kontrola B.G. de bû qelibî.

Herdu tir jî, dûre li erebeya ku di bin kontrola M.A. de bû qelibîn.

Di encama qezayê de M.A. yê şofêrê erebeyê û H.A.yê ku kêleka wê bû canê xwe ji dest dan, H.A. yê şofêrê tirê jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di qezayê de 2 kes jî birîndar bûn. Bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir