• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Zarokên Dîyarbekirî hemû ji devkî gotin “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Quranê li Dîyarbekirê li cihê Hezretî Suleyman bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp kir. Zarokên ku beşdarî bernameyê bûn, him ji mamosteyên xwe re û him jî Platforma Nesla Quranê re sipasîyan kirin.

MUHAMMED AYTAÇ GUMUŞ

Muhammed Aytaç Gumuş di axavtina xwe de weha got, “Ez çûm Mizgeftê, li wê derê hînê destmêjê û hînê nimêjê bûm. Înşaallah ez ê ji vê pê ve nimêjên xwe xweşiktir bikim. Jiyan Bi Nimêjê Xweş e.”

ÊUSTAFA ELFÎDAN

Mustafa Elfîdan jî ji wan zarokan yek bû û ew jî fikr û ramanên xwe anît ser ziman, “Ez dixwazim ku van perwerdehîyan bila daîm bin. Min berê nimêj nedikir û Quranê nedixwend lê ez niha muhîmtîyê nîşanê ev tiştan didim. Ez ji Platforma Nesla Quranê re ji bona ku bernameyeke ewakî tertîp kirin sipasîyan dikim.”

ABDULSAMET YAPRAK

“Van perwerdehîyan bû sedema hezkirina min ya ji mizgeftan û nimêjê”

Abdulsamet Yaprak, “Min berê nimêjên xwe carna dikir carna nedikir, hemd ji Xwedê re piştî van perwerdehîyan ez êdî nimêja xwe bi temamî dikim.”

SULEYMAN BERKAN

Hamzar Îpek jî diyar kir ku bi minasebeta perwerdehîya ku Platforma Nesla Quranê dan wî dest bi nêimêjê kirîye, Qurana xwe êdî daîmî dixweyne. Yusuf Eren Kaplan jî derheqê bernameyê de weha axivî, “Nimêj stuna dîn e, mifteya beheştê ye. Ez bi wesîleya van perwerdehîyan êdî mizgeftê hezdikim. Ez di vê fikrê de me ku ev bername gelek xweş e û bifeyde ye. Çîmkî ji zarokan re gerek Xwedê Teala, Quran û nêmêj bê hezkirin.”

“Gerek hemû kes di biçûkatîya xwe de hînê nimêjê bibe, çîmkî jiyan bi nimêjê xweş e”

Suleyman Berkan, “Em di perwerdehîya ku dît de hînê kirina nimêjê û girtina rojîyê bûn. Gerek van perwerdehîyan bidome, çîmkî gelek feydeya wî ji me re heye.”

NÎDANUR ZELAL YILMAZ

Nîdanur Zelal Yilmaz, “Ez berîya ev bernameyê perwerdehîya nimêjê girtim û ji bona ku ez li vê derê me gelek kêfxweş im. Gerek hermû kes di biçûkatîya xwe de hînê nimêjê bibe, çîmkî jiyan bi nimêjê xweş e.”

Nursîma Tetîk jî weha axivî, “Em di van perwerdehîyan de şertên Îslamê û Îmanê hîn bûn. Ger ku em nimêjê bikin ew ê Rebbê me me hezbike û em ê jî bikevin beheştê.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir