• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Hunermenda qaşo ku heqaretê li Îmamxatîbîyan kiribû hat tehlîyekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e lê ne bi dengê xwe her tim bi bêexlaqîyên xwe tê rojevê di konsereke xwe borî de paçika wan jirêderketîyên zayendî vekir. Ji ber vê yekê hinek kesên ku wê rojê di konserê de bi cî girtibûn jêre bertek nîşan dabûn. Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e ji ser vê meseleyê ji Îmamxatîbîyan re zimandirêjî kir û got “Ew îmamxatîbê xwendine, jirêderketîbûna wan ji wê derê tê.”

Serdozgerîya Komarîyê ya Stenbolê jî di vê çarçoveyê de tehqîqateke bi navê “tehrîkkirin anjî biçûkxistina ji neyartîyê re û ji kînê re ya xelqê” dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de roja Pencşema borî Gulşen ji mala xwe ya li Beşîktaşê hatibû binçavkirin, ji teref hakimê cezaya silhê ve hatibû girtin.

Gulşen îro li ser îtîrazên parêzerên wê hatibû derxistin dadgehê.

Dadgeh jî, ji Gulşen re bi şertê derneketina ji mala xwe bi kontrola ‘edlî hat berdan.

Heqareta Gulşena bêedeb a ku qaşo hûnermend e ji Îmamxatîbîyan re zimandirêjî kiribû bertekeke mezin kom kiribû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir