• DOLAR 32.726
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2450.91
  • ...
Ji Emerîkayê li dijî şîrketên Rûsî qerara mueyîdeyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Gencîneyê ya Emerîkayê hat kirin de hat gotin ku, 2 şîrket û 4 kesên Rûsî mueyîde bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şîrketên bi navê Rafort Limited Liability Company, Trans Kapital Company Limited Liability Company û Tekhnologîya, OOO ku di lîsteya mueyîdeyan de cih digirin, di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de "danûstandina çekan pêk anîne".

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lîsteya mueyîdeyan de yek ji rêvebirên Şîrketa Rafort Limited Rafort Rafael Anatolyevich Gazaryan û xwediyê Tekhnologiya, OOO Aleksey Budnev jî hene.

Koreya Bakur îdiayan qebûl nekir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir