• DOLAR 32.211
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2427.143
  • ...
Tirkîye, aktivîstekî Filistînî dersînor dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aktîvîstê Filistînî Alaaddîn El-Farîsê ku bû çend sal e li Tirkîyeyê dijî û bi firoşkarîya seyar îdareya xwe dikir, heta îro ji bona ku bal li ser de’weya Filistînê û Qudsê bikşîne gelek çalakîyan lidar xist.

Alaaddîn El-Farîsê ku destnîşan kir ku ji teref Îdareya Koçê ve ji wî re “forma teblîgata dersînorkirinê” hatîye, got ku ew ji ber ku opozisyonê Hikûmeta Filistînê ye wek ku ji Tirkîyeyê tê şîyandin talûkeya wî ya kuştinê jî heye.

Alaaddîn El-Farîsê ku zewicandîye û bavê du zarokan e, îfade kir ku gerek ev qerar bê betalkirin û derheqê meseleyê de jî ji ÎLKHAyê re axavtinek kir.

Farisî di axavtina xwe de weha got, “Ez 5 sal berê hatim Tirkîyeyê. Ji bona ku bal li ser de’wa Filistîn û Mescîdî Eqsayê bikşînim ji Stenbolê heta Enqereyê meşîyam. Di demên pêşve de welatînîya Tirkîyeyê dan min lê min qebûl nekir. Ez bi firotina tiştan bi seyyarî îdareya xwe dikim, jîyan gelek zehmet e. Li Tirkîyeyê bi taybetî li bajarên Stenbol û Enqereyê gelek mirovên ji fikra Filistînê ne hene. Ez li Sefareta Enqereyê ya Filistînê çalakîyek kirim û dû re jî  ji min re ji teref Îdareya Koçê ve qerara dersînorkirinê hat. Dema ku ez ji Tirkîyeyê bêm dersînorkirin ez ê bêm daleqandin. Dûre ew ê malbata min heşir bibe. Dema ku ez ji Tirkîyeyê herim bê guman mafê min ê jîyanê diqede. Ew ê min an bidaliqînin an jî min jehrî bikin. Him malbata min û him jî min bi xwe ji ber ku ez opozîsyonê Hikumeta Filsitînê û wan çalakîyên ku min kirîye ew ê min bikujin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir