• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Mînîbus û otomobîl li hev qelibîn: 17 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li Rêbeja Êlih-Sêrta ku nezî Cihê Pîşesazîya Organîzeyê ye di se’etên serê sibê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, mînîbusa bi plakayê 72 EL 057’ê ku karkeran dibir Cihê Pîşesazîya Organîzeyê û otomobîla ku plakaya wê nedîyare li hev qelibîn. Di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.

Pir ekîbên polîs, itfaiye û tendirustiyê hatin sewqkirin ji cihê qezayê re. Birîndar bi ambûlansan hat birin nexweşxaneyên derdorê û li wan dera hatin tedawîkirin.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir