• DOLAR 32.598
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2509.459
  • ...
Cemîyeta Mustez’efan, ew ê li Dîyarbekir şehîdên Kerbelayê yad bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku Cemîyeta Mustez’efan, bi minasebeta salvegera şehadetê Hezretî Huseyîn ê nevîyê Pêxember (selat û selam li ser wî be) û 72 hevalên wî yên ku li Kerbelayê hatibûn şehîdkirin ew ê li Dîyarbekir bi şîara “Sekinandina li Hember Zilmê û Çûndina li Pey Ehl-î Beyt” bernameyek tertîp dike.

Bernameya ku ew ê 8ê Tebaxê yê roja Duşemê li Dîyarbekir bê tertîpkirin, li Parqa Şehîdên 15ê Tîmehê (Parqa Daristanê) ew ê di seat 20.30yan de dest pê bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Mustez’efan ve hat belavkirin de, hemû xelqê Dîyarbekir hatin dawetvankirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir