• DOLAR 32.397
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2380.676
  • ...
Li Dîyarbekir qamyonet û erebe li hev qelibîn: 2 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji Xeta Xebera Whatsapp ya ÎLKHAyê re hatîye şîyandin hatine bidestxistin qemyonetek yê bi plaqeya 21 ABK 543 ye di seat 17.40an de li ser rêya Taxa Sêbîra ku girêdayê navçeya Bajara Nû ye li erebeyek yê bi plaqeya 21 AAK 681 qelibî. Di encama qezayê de erebe ji rê derket û teqle avêt.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê ku qeza pêk hat re ekîbên polês û yenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Xazî Yaşargîlê.

Li gorî agahîyan hat hînbûn ku 2 kesên ku di nav erebeyê de asê mabûn li nexweşxaneyê digel hemû midexeleyan canê xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bû.

Polês derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir